Gazinên welatiyên Efrînê zêde dibin bi kêmbûna pêdiviyên pizîşkî
Gazinên welatiyên Efrînê zêde dibin bi kêmbûna pêdiviyên pizîşkî

Gazinên welatiyên Efrînê zêde dibin bi kêmbûna pêdiviyên pizîşkî

1:45:41 PM 

RojavaNews: Piştî derbasbûna Artêşa Tirkiyê ji bajarê efrînê re, welatiyên efrînê rastî  dorpêçeke dualî  hat  û bi taybet ji aliyên li dijîtiya hevdu li ser wî bajarî.

Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, ku dorpêçkirina bajarê Efrînê ji aliyê çekdarên  opozisyona Sûriyê û ji aliyê rêjîmê ve, welatiyên Herlma Efrînê di rewş û zehmetiyên dijwar de dijîn û bi taybet kêmbûna pêdiviyên pizîşkî ku çareserî ji nexwaşiyên giran re nête dîtin.

Heman jîderê ragihand, ku welatiyek ji bajarê Efrînê ji malbata Hemo jiyana xwe ji dest de  jiber tinebûne pêdiviyên pizîşkî, ku malbata wî neçar mabû  wî derxînin deveyî bajarê Efrînê jiber sedema dorpêçkirinê ku  hatiye  sepandin li ser Efrînê.

Jêderekê li ser rêbenda Kîmarê ragihand, ku welatiyekê bi navê Xalîde Osman ji gundê Qûjîma yê ser bi navçeya Cindirêsê bi sedema nexwaşiyiê û kêmbûna xwarinê jiyana xwe li ser rêya Kîmarê ji dest de û welatiyên temen mezin  dema bi piyan derin û ew nexwaş dibin û mirin di nava wan de zêde dibe.

Wî jêderê tekez kir, ku ji aliyekî ve Artêşa Tirkiyê li ser rêbenda Kîmarê nahêle welatiyên Efrînê derbas bibin û ji aliyEkî din ve jî rêjîma Sûriyê û çekdarên ser bi PYDê li ser rêbenda Tinibê nahêlin welatî debasî Efrînê bibin û welatî neçar dibin bi piyan di nav zeviyan re ber ve Efrînê biçin.    

Oparasiyona leşkerî ya Tirkiyê 58 rojan berdewam bû û Artêşa Tirkiyê di 24 meha Avdarê derbasî Herêma Efrînê bû û ji aliyê çeêdarên opozisyona Sûriyê hate talankirin.