1700 zarokên derbederên Efrînê bi nexwaşiya Heba Salê ketine
1700 zarokên derbederên Efrînê bi nexwaşiya Heba Salê ketine

1700 zarokên derbederên Efrînê bi nexwaşiya Heba Salê ketine

12:22:35 PM 

RojavaNews: Hejmareke mezin ji zarokên Efrînê, ku derbederî Herêma Izazê ya ser bi gundearên parêzgeha Helebê ve bi nexwaşiya Heba Salê (Laşmaniya) ketine, jiber kêmbûna pêdiviyên pizîşkî.

Li gorî berpirsên Hêva Sor li devera gundewarên Bakurê Helebê, ku nêzîkî 1700 zarokên derbeder bi nexwaşiya Laşmaniya ketine û bi taybet di nava derbederên nû yên Efrînê.

Nexwaşiya Heba Salê (Laşmaniya) ji nexwaşiyeke parazîtî çê dibe û di rêya pêşiyên qûmê re tên û ew bixwe gelek biçûke sê ji yekê ji qebareya mêşê û rengê wê zere û ew bi şev ektîv dibe û bê deng e.

Derbederên Efrînê li kampên gundewarên Bakurê Helebê di rewşeke mirovî zehmet û dijwar de dijîn, ku pêdiviyên parastinê ji bo parastina wan ji nexwaşiyan re gelekî kême, ku ev nexwaşî bi taybetî  belav dibe di nava kampan de.

Li gorî jêderên ji Hêva Sor, ku bêtirî 170 hazar ji derbederên Efrînê,  di vê demê de li gundewarên Izazê û Til-Rifetê û Nibul û Zehrayê û gundewarên Şêrewa bicih bûne û ji an 30 hezar ji nişteciyên gundearên Bakurê Helebê ku ew li Efrînê derbeder bûne.