Kobanî: Kargeha çîmentoyê ya Lavarcê hat standin

Kobanî: Kargeha çîmentoyê ya Lavarcê hat standin

Rojava News: Li Kobanî, hêzên Pêşmerge û Hêzên Kurdî kargeha çîmentoyê ya Lavarcê ji destê çekdarên DAIŞê derxistin. 

Şervanên Kurdî  û hêzên Pêşmerge gundê Mîl û kargeha çîmentoyê ya Lavarcê li rojhilatê Kobanî ji destê çekdarên DAIŞê derxistin. 

Kargeha çîmentoyê ya Lavarcê, sala 2007ê li herêma Kobanî hatiye çêkirin, sala 2011ê dest bi kar bûye lê piştî ku çekdarên DAIŞê Kobanî dorpêç kirin, ketibû destê wan.