1:07:16 PM
RojavaNews: Di 20/4/2018an de li bendava Mizgeftê festivala diwemîn, bi amadebûna cemewerekî kigrs û bi coş ji nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar û rêxistinên sivîl û mafên mirovan derket.
Piştî rawestana xuleke bê deng, mamoste Luqman Yûsif gotina Yekîtiyê pêşkêşkir, û pişt re çend sitran hatin gotin ji aliyê mamoste Fewaz û koma Narîn ve û di pişt re hevpeyivînek ji aliyê mamoste Mihemed Ebdê hat kirin.
Çend rojnamevan, ku hatibûne vexwendin ji bo fistîvslê ewjî: Mamoste Qadir Egîd rêveberê cîbicîkar ê rojnameya Bûyer Press, mamoste Izedîn Mele rojnemevan di rojnama Kurdistan de, mamoste Samî Hesen sernivîserê rojnameya Dem [ Ebdulsemed Mehmûd endamê desteya çapkirinê di YNKS û cêkirê serokayekîtiyê. Bê guman gelek pirs ji aliyê amadeyan ve hatin kirin.
Di dawiyê de çend stiran û dîlan ji aliyê hunermend Dilbirîn Ezîzû û Koma Narîn ve hatin lidarxistin.
Qamişlo 20-4-2018
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
