2:02:50 PM
RojavaNews: Asayîşa ser bi PYDê li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê 108 girtî serbest berdan.
Li bajarê Girê Spî, liser daxwaza rîspiyên deverê û Encumena Rêveberiya Xxeser, Asayîşê 108 girtî, ku bi tometên cuda hatibûn girtin serbest berdan.
Ligor ku hatiye belavkirin, ew girtî ji bajarên Minbic, Dêra zorê, Tepqa, Bab û Girê Spî ne.
Beriya niha jî, çendîn car Hêzên Asayişê li Efrînê, Girê Spî, Minbic û Reqayê bi dehan girtiyên ku, bi tometên hebûna pêwendiyan bi DAIŞê re hatibûn girtin, serbest berdabûn.
Gelek çavdêrên siyasî pirsekê dikin, ku gelo çi sedem e ku PYDê xebatkarên Kurd ta vê demê zindan kirîne, weke Ebdulrehman Apo, Idrîs Elo û Behzad Dorsin û endamên hin Partiyên din ku dijberiya rejîma sûrî dikin, lê li ser destê PYDê tên girtin? Bersiv jî ew e ku kesên li dijî rejîma sûrî bin, ji aliyê desthilata de fakto ya PYDê ve astengiyan dibîbin û rêgirî li ber kar û xebata wan têne kirin.
