2:40:33 PM
RojavaNews: Du welatî ji gundê Soxenekê yê ser bi navçeya Şêrewa, Herêma Efrînê, dema dixwastin, mayînek li nêzîkî gundê Gurzêlê yê ser bi navçeya Şêrewa teqiya û di encama wê teqînê de du welatî şehîd ketin û mayînekî din teqiya û di encama teqînê de jinek û du zarokên wê birîndar bûn.
Jêderekê ji navçeya Şêrewa ji RojavaNews re ragihand, ku duh roja Çerşemê li gundê Gurzêlê yê ser bi navçeya Şêrewa, dema welatî bi navê Hemod Mihemed û kurê apê wî bi navê Mustefa Xalo dixwastin çarenivîsa hevjîna Hemod zanibin, mayîne di bin lingê Hemod de teqiya û di encama teqînê de ew herdu welatî şehîd ketin.
Heman jêderê got, ku Hemod dixwest çerenivîsa hevjîna xwe zanibe, ku hevjîna û herdu zaroêkên xwe ve bi piyan vedigerîn gundê xwe mayînek teqiya û di encama teqînê de her sê birîndar bûn û ew hatin veguhaztin bo nexwaşxana Zehrayê û bi rê ve ew mayîn teqiya û ew şehîd ketin.
Ev ne cara yekê ye, ku mayînên hatine Çandin ji aliyên nenas ve li seranserî Herêma Efrînê dema welatî vedigerin malên xwe di bin lingê wan de diteqin û di encama wan teqînan de hejmarek ji welatiyan bûne qurbanî û bi taybet teqînên ku li bajarê Efrînê hante rûdan û bi dehan mal hatin rûxandin û be dehan jî kesên sivîl bûn şehîd.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine, piştî vekşandina wan bi giştî ji Efrînê û ev kiryar bûye cihê şermezariyê û welatiyên Efrînê ku dema vedigerin malên xwe di metirsiyeke giran de dijîn û bang li rêxistinên mirovî dikin ku ew mayîn bi zûtirîn dem werin paqijkirin.
