Dengbêjê gelerî û kurê wî bi destê çekdarên Eniya El-Şerqiye yên tewan li Efrînê hat kuştin
Dengbêjê gelerî û kurê wî bi destê çekdarên Eniya El-Şerqiye yên tewan li Efrînê hat kuştin

Dengbêjê gelerî û kurê wî bi destê çekdarên Eniya El-Şerqiye yên tewan li Efrînê hat kuştin

11:54:06 AM

RojavaNews: Çekdarên El-Hemzat yên ser bi Hikumeta Demkî ve yên Tirkiya dagîrker piştevaniya wan dike, ji berî çend rojan, du welatî ji gundê Celemê yê ser bi navçeya Cindirêsê, ku hawil didan tevlî pezên xwe vegerin gundê xwe li gundê Beradê, ew ji aliyê wan çekdaran ve hatin binçavkirin  bisedema hebûna çekan bi wan re û dixwestin peran ji wan bistînin, lê dema wan red kirin ew ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin û termên wan radestî malbata wan kirin.   

Jêderekê ji gundê Celemê ji RojavaNews re ragihand, ku “çekdarên El-Hemzatê yên ser biHikumeta Demkî ve ên Tirkiya dagîrker piştevaniya wan dike, ji berî çend rojan, dengbêjê gelerî bi navê Ebdulqadêr Kilislî yê 50 salî û kurê wî Xelid biçavkirin li gundê Beradê yê ser bi navçeya Şêrewa bi bihana habûna çekan bi wan re û destnîşan kir, ku wan çekdaran lêdan li kurê Ebdulqadêr da û wî dixwest kurê xwe ji destê wan azad bike, çekdaran ew herdu welatî kuştin û termên wan şehîdan radestî malbata wan kirin.” 

Heman jêderê ragihand, ku herdu şehîd dixwestin tevlî pezên xwe ve vegerin gundê xwe li gundê Beradê, ku ji berî demekê malbata wan vegerîbûn gundê xwe, ku ew koçberbûne di dema êrîşên ezîmanî li ser gundê wan, lê çekdarên El-Hemzatê ew li ser rêbenda Beradê binçav kirin  bi sedema habûna çekan û standina peran ji wan bi zorê ew rastî lêdanê hatin û pişt re ew bi xûneke sar hatin kuştin.  

Çekdarên El-Hemzat, dema kontrolkirina Efrînê, derbasî bajarê Efrînê bûn û mal û milkên welatiyan talan kirin û pişt re dest bi binpêkirina di derheqa welatiyan de kirin ji kuştin û revandin û diziyê û  xwestina bacên ginran  bo serbestberdana girtiyan û ta vê demê ew di talankirin û diziya malan de berdewam in, ku ew bi çekdarên grûpên din re bi çekan bi sedema xistên diziyê bi hev katin.