kongreyek ji bo piştevaniya Efrînê li bajarê Bonnê hat lidarxistin
kongreyek ji bo piştevaniya Efrînê li bajarê Bonnê hat lidarxistin

kongreyek ji bo piştevaniya Efrînê li bajarê Bonnê hat lidarxistin

12:42:02 PM 

RojavaNews: Li bajarê Bonnê a Almanyayê bi beşdariya 70 kesayetiyên Efrînî kongreya “Kar Ji Bo Efrînê” a ji bo yekxistina kar, çalakî û alîkarîkirina xelkê Efrînê bi rê ve çû.

Kongreya “Kar Ji Bo Efrînê” di daxuyaniyekê de diyar kir, di kongreyê de 3 komît hatin avakririn, komîta yasayî û belgekirina binpêkirinên cuda yên li Efrînê têne kirin, komîta hawarçûn û alîkariyên civakî û komîta pêwendiyên giştî.

Kongreyê tekezî li ser vegera xelkê bo Efrînê û rawestandina guhartina demgrafî li Efrînê kir. Herwiha tekezî li ser wê yekê ku divê hevkarî û hevrêzî di navbera hemû rêxistin û çarçoveyên Kurdî kir, ji bo rakirina stemkariyê li ser Efrînê û pêşkêşkirina alîkariyan ji bo xelkê wê. 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 20ê Çileya bûrî de bi fermî dest bi êrîşa li ser Efrînê kir û di 18ê Adarê de bajarê Efrînê kontrol kirin.

Tê zanîn,  çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi dizî û talnakirina mal û milkên xelkê Efrînê û binçavkirina keç û xortinê Efrînê kirin. Herwiha jî ta niha jî rewş li Efrînê ne aram e.