11:24:07 AM
RojavaNews: Duh, serkirdeyê pile bilind bi navê Şiyar ji Partiya Yekîtiya Demokrat (PYDê) cûda bû û gîhaye Tirkiyê, piştî rêya sînor ji aliyê cendirmeyan ve ji wî re hat vekirin û ewlehiya wî hat parastin.
Jêderekê ji Serê Kaniyê ji RojavaNews re ragihand, “ku serkirdeyê pile bilind ji Partiya PYDê cûda bû û li otombîla Vanê siwar bû û berev sînorê di navbere Tirkiyê û Sûriyê nêzîkî gundê Til Helef yê ser bi Serê Kaniyê parêzgeha Hesekê û ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê hat ewlekirin.”
Heman jêderê ragihand, ku cendirmeyên Tirkiyê ewlehiya wî kirin û piştî ew gîhaye sînor cendirmeyên Tirkiyê ew derbasî hundirê Tirkiyê bû bû ti kêşe ji wî re were dirustkirin.
Wî jêderê tekez kir, ku berpirsên PYDê ji xelkên wî gundî re bi qaserî 2 meliyon pereyên Sûrî kirin xelat, eger kî keribe wî û otombîla wî vegrînin, piştî neserketina çend hewildanan ji aliyê çekdarên PYDê bi hanîndina wî jiber ji aliyê cendirmeyan ve hatin armanckirin.
Tê zanîn, bûyerên cûdabûnê di nava refên çekdarên PYDê de hîn berdewam in û zêde dibin, jiber daketina moralên wan, piştî Herêma Efrîn ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wan ve hat kontirolkirin û ji destê wan derket.
