Li gundê Fafînê mayînek teqiya kesek şehîd ket û yek jî birîndar bû
Li gundê Fafînê mayînek  teqiya kesek şehîd ket û yek jî birîndar bû

Li gundê Fafînê mayînek teqiya kesek şehîd ket û yek jî birîndar bû

2:23:24 PM 

RojavaNews: Îro, Sibeha roja Çarşemê, mayînek , li nêzîkî gundê  Fafînê yê ser bi Herêma Ezazê ve, dema ew û malbata xwe  dixwestin derbasî bajarê Helebê bibin, mayînek teqiya û di encama wê teqînê de kesek bi navê Mistefa Xelîl Reşo şehîd ket û hevjîna wî birîdar bû.

Jêderekê ji navçeya Şiyê   ji RojavaNews re ragihand, “sibeha Çarşemê , mayînek di bin lingê welatî bi navê Mistefa Xelîl Reşo ji navçeya Şiyê, Herêma Efrînê, li nêzîkî gundê Fafînê bakûrê Helebê de  teqiya û di encama wê teqînê de  ew şehîd ket û hevjîna wî birîndar bû .”

Heman jêderê ragihand, ku dema welatî bi navê Mistefa û hevjîna xwe , ku ji derbederên xelkê Efrînê ne û li gundê Fafînê bicih bûyne, dixwestin  ji devera Fafînê derbasî bajarê Helebê bibin û di rêyê de mayînek teqiya û di encama wê teqînê de ew şehî ket hejîna wî birîndar bû.

 Ev ne cara yekê ye mayînên, ku çekdarên ser bi PYDê  û çekdarên se bi opozisyona Sûriyê ve çandine li bajarê Efrînê û li gundewarên wê û denera Şêrewa û li hin gundên bakûrê Helebê diteqîyan û di encama van teqînana de bi dehan kes bûn şehîd û bi dehan kes jî birîndar bûn û hejmarek mal û avahiyên welatiyan bi temamî  hatin rûxandin.

Tê zanîn ku çekdarên PYDê  bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine û hin dibêjin mayîn ji aliyê çekdarên Artêşa Niştimanî ve jî hatine çandin  û ev kiryar bûye cihê şermezariyê  û pirsê û welatiyên Efrînê ku dema vedigerin malên xwe an dixwazin derbasî Helebê bibin di metirsiyeke giran de  dijîn û bang dikin, ku divê  Artêşa Tirkiyê û jhin aliyên din bi zûtirîn dem, ku mayînên hatine çandin,  werin hilkirin û paqişkirin.

.