Teqîna mayînekî li bajarê Hesekê 3 kes şehîd ketin
Teqîna mayînekî li bajarê Hesekê 3 kes şehîd ketin

Teqîna mayînekî li bajarê Hesekê 3 kes şehîd ketin

11:01:58 AM

RojavaNews: Duh, roja Çarşemê, li bajarê Hesekê, Rojavayê Kurdistanê, mayînek ji paşmayên rêxistina DaîŞê li nêzîkî pira Spî teqiya û di encama wê teqînê de 3 kes şehîd ketin û 6 kes jî birîndar bûn.

Jêderekê ji bajarê Hesekê ji RojavaNews re ragihand, ku mayîneke çandî ji paşmayên rêxistina DAÎŞê, ku li cihekî şûnemayan li derdora taxa Neşwa Xerbî li nêzîkî pra Spî teqiya û di encama wê teqînê de 3 zarok şehîd ketin û 6 zarok jîbirîndar bûn.

Li gorî zaniyariyên nexwaşxanên Hesekê, navên 3 zarokan hat belgekirin û navên wan li jêrin: Hemûd Ehmed El-Husên 6 salî, Salêh El-Şehade 10 salî û Mone El-Sadêq û navên birîndaran evin: Husên Ehmed 9 salî, Xezele Mehmûd 10 salî, Hacir Ehmed, Macêd El- Husên. Xewle Ebid 13 salî û  Rîm Şihade 15 salî.

Tê zanîn, ku taxa Neşwa Xerbî ser bi bajarê Hesekê ji aliyê çekdarên Hêza Sûriya Demokrat ve,  piştî pevçûnên giran di navbera wan û rêxistina DAÎŞê hatiye kontrolkirin