12:53:01 PM
RojavaNews: Du meh di ser ravandina welatî bi navê Heysem Ehmed nase bi navê (Heysem Haşim) derbas bûne û ew xelkê navçeya Şiyê ye û li bajarê Efrînê dijî û ew ji mala wî li bajarê Efrînê ji aliyê çekdarên PYDê hat revandin û ta vê demê çarenivîsa wî ne diyare.
Li gorî jêderên ji malbata Heysem, ku ew ji aliyê çekdarên PYDê bi tometên neyasayî hat revandin û binçavkirin û pişt re ew xistin zindanê û piştî vekşandina çekdarên PYDê ji bajarê Efrînê ew nehat serbestberdan û ta vê demê çarenivîsa wî nediyare.
Li Rojavayê Kurdistanê gelek kesên siyasetmedar û kadroyên çalakvan yên PDKSê mîna serkirde Abdurrahman Apo, Idrîs Elo û Ehmed Seydo û gelek kesên din ji aliyê rêxistina PYDê ve bi rêyên nerewa hatine binçavkirin.
Malbata Haşim bang li hemû rêxistinên sivîl, mirovî û yasayî yên hundir û navdewletî kir ku fişarê bixin ser PYDê, da ku ew bilez were sebestberdan an jî çarenivîsa wî were xuyakirin.
