9:54:13 AM
RojavaNews: Sibeha roja Pêncşemê, mayînek , li nav zeviyeke zeytûnan li nêzîkî gundê Qestelê Xidiriya yê ser bi navçeya Bilbilê ve, dema welatiyek bi terektora xwe erdê zeytûnan dajot , mayînek teqiya û di encama wê teqînê de ew şehîd ket.
Jêderekê ji navçeya Bilbilê ji RojavaNews re ragihand, “sibeha Pêncşemê , ku dema welatî bi navê Şiyar Henîf Hiso ji gundê Qetelê Xidiriya yê ser bi navçeya Bilbilê xizmeta darên xwe yên zeytûnan dikir û bi terektora xwe zeviyê zeytûna dajot mayînek di terektora wî de teqiya û di encama wê teqînê de ew şehîd ket.”
Jêderekê ji bajarê Efrînê ragihand, ku roja Pêncşemê, mayîneke din li gundê Basûtê bi welatiyekî derbeder yê Xûteya Rojhilat bi navê Cemal Zexlol, ku ew damezînerê Hêzên Ewlehiya Hundirî li Xûteya Rojhilat bû teqiya û di encama wê teqînê de ew û hevjîna wê bûn qurbanî.”
Ev ne cara yekê ye mayînên, ku çekdarên ser bi PYDê û çekdarên se bi opozisyona Sûriyê ve çandine li bajarê Efrînê û li gundewarên wê û li hin gundên bakûrê Helebê diteqîyan û di encama van teqînana de bi dehan kes bûn şehîd û bi dehan kes jî birîndar bûn û hejmarek mal û avahiyên welatiyan bi temamî hatin rûxandin.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine û hin dibêjin mayîn ji aliyê çekdarên Artêşa Niştimanî ve jî hatine çandin û ev kiryar bûye cihê şermezariyê û pirsê û welatiyên Efrînê ku dema vedigerin malên xwe û bi taybet dema cotyarên Efrînê dixwazin zeviyên xwe bajon di metirsiyeke giran de dijîn û bang dikin, ku divê Artêşa Tirkiyê û hin aliyên din bi zûtirîn dem, ku mayînên hatine çandin, werin hilkirin û paqişkirin.
.
