11:17:18 AM
RojavaNews: Li gor rêkeftina navbera rêbenda rêjîma Sûriyê û Artêşa Tirkiyê, duh, rêbenda Kîmarê, ku ji bêtirî mehekê ve berpisên wê rêbendê çûna derbederên Efrînê bo vegerin gundên xwe qedexe kirbû li pîşiya xelkê Efrînê Rojavayê Kurdistanê hate vekirin.
Jêderekê ji gundê Kîmarê ji RojavaNews re ragihand, ku “duh, dedora 500 malbat ji derbederên di rêbenda Kîmarê re derbasî Efrînê bûn û welatiyekî di rêya dengê xwe yê toarkirî banga vegera xelkê Efrînê dike û tekez kir, ku rêbenda Kîmarê bi temamî hatiye vekirin.”
Heman jêderê got, “ku derbeder li ser wê riyê asê mabûn û ji rewşa sermayê û kêmbûn û tinebûna pêdiviyên xwarinê rewşa wan gelek xerabû û derbeder neçar dibûn di nava zeviyan re bi piyan vegerin gundên xwe û gelek ji wan jî bi nexwaşiyê ketin û hin ji wan jî jiyana xwe ji dest dan.”
Tê zanîn, ku PYDê ta vê demê nahêle welatiyên Efrînê derbeder bûne û li kampan bi cih bûne vegerin cih û warên xwe û PYDê dixwaze berjewendiyên xwe bikar bîne ji bo venegerin jî nasnameyên wan ji wan hatine standin.
