Çekdarên PYDê rê nedane serkirdeya PDK-Sê Perîxan Daûd ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibe
Çekdarên PYDê rê nedane serkirdeya PDK-Sê Perîxan Daûd ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibe

Çekdarên PYDê rê nedane serkirdeya PDK-Sê Perîxan Daûd ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibe

11:29:28 AM 

RojavaNews: Duh Şemiyê, rêveberiya dergehê Sêmalka ya ser bi PYDê ve rê neda endama  komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, Perîxan Daûd  ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibe.

Jêderekê taybet ji RojavaNews re ragehand, ku rêveberiya dergehê Sêmalka ya ser bi PYDê ve rê neda endama  komîteya navendî PDK-Sê Perîxan Daûd  ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibe .

Komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya, civîna xwe ya normal li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê di 30 Nîsanê an  lidar xist û gelek biryarên ji bo kar û xebatê hatin standin.