Çekdarên PYDê endamekî PDK-Sê li Kobanê revandin
Çekdarên PYDê endamekî PDK-Sê li Kobanê revandin

Çekdarên PYDê endamekî PDK-Sê li Kobanê revandin

 1:50:15 PM

RojavaNews: Li bajarê Kobanê endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê,  ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin .

Mehmûd Mistefa Weyso tê naskirin bi bavê Hemza, endamê komîta herêmî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya ku eve dema şeş salane li Hewlêra peytexta Herêma Kurdistanê dimîne dema ku seredana bajarê Kobanê  kir,  ji aliyê çekdarên PYDê ve hat girtin .

Çekdarên PYDê ji Bavê Hemza xwestibû ku ji bajarê Kobanê derkeve û derfeta 4 rojan dabûnê, lê belê bavê Hemza gefa çekdaran redkir .

Mebest ji serdanê ewbû ku seredana mal û milkê xwe bike li bajarê Reqayê biştî ku ji bin destê DAIŞê hat derxistin

Bavê Hemza ji xelkê gundê Kurtikê yê ser bi bajarê Kobanê û jiyana xwe di xebata gelê Kurd de debas dike ji zû ve û karê wî jî gelekî balkêşe û bi taybet di lihavhatina di navbera malbatn de û nakokiyên kesayetiyan.