Rojava News: Li başûrê bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê şerekî giran di navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derketiye û 50 termên wan çekdran li cihê şer mane.
Şevê din demjimêr 21:30 şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket û çend demjimêra berdewamkir.
Li gor agahiyan; Çekdarên DAIŞê êrişî gundên Til Şeîr, Sultan Ebdulah û Tilrîmê li eniya Guwêrê kirin lê êrişa wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ve hate têkbirin.
Di encama şer û pevçûnên şevêdinde 50 termên çekdran li cihê şer mane. Pêşmergeyek jî birîndar bûye û ti Pêşmerge şehîd nebûye.”
Hatiye zanîn; Gellek xelkê biyanî di nava wan kuştiyan de ne.
