Qamişlo: Desthilata defakto rêgiriyê li pêşkêşkirina ezmûnên sereke digire
Qamişlo: Desthilata defakto rêgiriyê li pêşkêşkirina ezmûnên sereke digire

Qamişlo: Desthilata defakto rêgiriyê li pêşkêşkirina ezmûnên sereke digire

11:55:15 AM

RojavaNews: Çekdarên ser bi PYDê ve rêgiriya pêşkêşkirina xwandevanên dibistana El-Nabîxe ya navendî bo ezmûna roja Sêşemê kirin û ezmûna wan di hin mijarên bi rêbaza xwe ve girêdayî guhartin û bi wan dane pêşkêşkirin, ku bi temamî ne bi dilê xwandevan bû û li ser wan bi zorê hate sepandin.

Jêderekê ji bajarê Qamişlo ji RojavaNews re ragihand, “ku çekdarên ser bi PYDê ve, duh roja Sêşemê rêgiriya pêşkêşkirina xwandevanên dibistana El-Nabîxe ya navendî ya li ser cadeya Siyahî nêzîkî geraca basan ser bi bajarê Qamişlo bo ezmûna roja Sêşemê kirin û ezmûna wan di hin pirs û mijarên bi ser rêbaza xwe ya tek alî û idiyololocî ya serok Apo ve girêdayî guhartin û wan dane pêşkêşkirin,ku bi temamî ne bi dilê xwandevanan bû, lê li ser wan bi zorê hat sepandin.”

Heman jêderê ragihand, “ku ev pêngava ne rewa û dûrî riyên xwandinê ji aliyê desthilata dêfakto wê mêjiyên xwadekaran li ser ezmûnên zanistî yên sereke belav bike û xwandekar ti sodê ji wan mijar û pirsên idiyolocî nabînin û destêwerdana desthilata dêfekto li ser proseya xwandinê ji aliyê xwandekaran ve cihê nerazîbûnê û bi taybet nerazîbûn ji aliyê xudiyê xwandekaran ve hat xûyakirina”.

Tê zanîn, ku piştî radestkirina desthilata dêfakto ji aliyê rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdistanê, rêbazên xwandinê hatin guhartin û dest bi karanîna sepandina idiyolociya tek alî kirin û li dawiya dawî ev kiriyar bûye sedema  nizimkirina asta xwandinê.