PYDê rêgiriyê li pêşiya vegera derbederên Efrînê li kampên Şehbayê digire
PYDê rêgiriyê li pêşiya vegera derbederên Efrînê li kampên Şehbayê digire

PYDê rêgiriyê li pêşiya vegera derbederên Efrînê li kampên Şehbayê digire

 

1:55:28 PM

RojavaNews: Piştî rêbenda Kîmarê hate vekirin, ku ji bêtirî mehekê ve berpisên wê rêbendê çûna derbederên Efrînê bo vegerin gundên xwe qedexe kiribû, lê hîn jî berpirsên PYDê li kampên  Şehbayê û li gundê Aqûbê û jin gundên din rêgiriyê li pêşiya vegara welatiyên derbeder digire û ew kamp û gund ji derbederan re bûne zindan.

Jêderekê ji gundê nava kampa Serdem li Şehbayê ji RojavaNews re ragihand, ku piştî rêbenda Kîmarê hate vekirin, piraniya derbederên li nava kampên Şehbayê dixwazin vegerin malên xwe li çekdar û Asayîşên ser bi PYDê ve rêgiriyê li  wan digrin û yên li kampan direvin ew rastî sizedanê tên.”

Heman jêderê got, “ku derbeder li nav wan  Kampan asê mane û ji wan re bûne zindanên girtî  û rewşa wan gelekî xerabe ji bo  kêmbûn û tinebûna pêdiviyên xwarinê û hin malbt neçar dibin ji nava konan bi dizî derkevin.”

Jêderekê din ji gundê Aqûbê ragihand, ku “çekdarên ser bi PYDê ve li nava gundê Aqûbê belav bûne û nahêlin ti kes ji derbederên xelkê Efrînê ji wê gundî vegerin gundên xwe û rêjîme Sûriyê jî rêgiriyê li pîşiya xelkê Efrînê diire.”

Tê zanîn ku PYDê ta vê demê nahêle welatiyên Efrînê derbeder bûne û li kampan bi cih bûne vegerin cih û warên xwe û PYDê dixwaze wan ji bo  berjewendiyên xwe bikar bîne [ ji bo venegerin jî ew nasnameyên derbederan  ji wan dist’nin.