10:25:40 AM
RojavaNews: Duh, roja Şemiyê, sê kesan ji penaberên Kurdistana Sûriyê di bûyereke tirafîkê de li ser riya Duhok-Hewlêr jiyana xwe ji dest dan.
Benaber Ehmed Ebduirezaq Derwîş û keça wî bi navê Êlîn û hevjîna wî bi navê Xemlîn Husên Hecî Remo ji xelkên bajerokê Girkê Lekê ne ji ber bûyereke tirafîkê li ser riya Duhok Hewlêr jiyana xwe ji dest dan.
Termê Ehmed Ebduirezaq û keç û hevjîna wî, îro Yekşemê, di dergeha Sêmalka yê sînorî re werin derbaskirin û li bajerokê Girkê Lekê bi axê wê werin spartin.
Tê zanîn, bi sedema biraniya otombîlan ji ser wê riyê û tinebûna riyeke taybet ji bo barhilgiran di rex otombîlên biçûk û ji ber leza zêde bûyerên tirafîkê roj bi roj dubare û zêde dibin.
