12:14:08 PM
RojavaNews: Piştî du meha ji kontrolkirina Herêm Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên opozisyonê , xelkên hin gundên ser bi navçeya Reco, li bajarê Efrînê û hinek jî li ku li deverên din dijîn, nikarin vegerin nav mal û milkên xwe, ji ber rêgirî ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve li wan tê kirin û rêyê nadin wan derbasî gundên xwe bibin.
Jêderekê ji navçeya Raco ji RojavaNews re ragihand ku, Artêşa Tirkiyê bingehek leşkerî li nêzîkî gundê Dêrwîş û bingeheke ezmanî li ser çiyayê Bilêl dirustkirine û ew rêyê nadin welatiyên gundên Bilêlko,Çe,nka, Elbîskê Eltaniya, Dêrwîş, Çeqmaqê Mezin û Elemdara vegerin gundên xwe .
Heman jêderê tekez kir. ku piştî çend sozan ji aliyê Artêşa Tirkiyê hatiye birin û wan got wê rêyê li pîşiya derbederan vekin, lê ta vê demê tu kes venegeriya gundê xwe û soz bi cih nehatiye kirin û li ba welatiyên wan gundan bûye cihê metirsiyî ku ew ji çinîna werzê û zad û çinîna kerez çiloyê rezan jî bêpar in û li şûna wan malbatên çekdaran berheman biçinin.
Di vî warî de welatiyê bi navê Silêman ji gundê Elemdara hewilda li sibeha îro here nava zeviyê xwe û colbana biçinê, lê çekdarên opozisyonê yên ser bi Tirkiyê ve ew hate qedexekirin û otombîla wî jî jê standin û ji nav zeviyê qewitandin.
welatiyekî din ji gundê Çeqmaqa, ku nexwest navê xwe eşkere bike ji RojavaNews re got, ku duh bi şev grûpek ji çekdarên opozisyonê êrîşî mala wî kirin û gule di nava mala wî de teqandin û bi darê zorê pezê wî birin û îro ew hat navçeya Raco li ba Artêşa Tirkiyê û Encûmena Sivîl ya Raco gilî û gazinên xwe ji wan re kir da ku mafê wî li wî were vegerandin.
Tê zanîn ku heya niha bi dehan gund li Efrînê hene, ango xelkên wan gundan ji mafê vegerê bi gelek behaneya, tên bêparkirin û bi taybetî gundên navçeya Raco û çekdarên opozisyonê jî di talan û diziyên xwe de berdewam in û berheman ji xwe diçinin û li bazaran difroşin.
