Artêşa Tirkiyê hejmarek ji girtiyan azad kirin
Artêşa Tirkiyê hejmarek ji girtiyan azad kirin

Artêşa Tirkiyê hejmarek ji girtiyan azad kirin

1:40:33 PM 

RojavaNews: Duh, Artêşa Tirkiyê hejmarek ji girtiyên xelkê Efrînê, ku bi tometa alîgirên PYDê û leşkeriya neçar hatibûn girtin azad kirin, lê girtin hîn jî berdewam e.

Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, ku duh li bajarê Efrînê Artêşa Tirkiyê hejamarek bi qaserî 250î ji xortên Efrînê yên ku bi tewana tevlîbûna nav rêzên YPGê û leşkeriya neçar hatibûn girtin, serbest hatin berdan.

Heman jêderê eşkere kir, ku çekdarên opozîsiona sûrî yên ser bi Tirkiyê ve roja Sêşemê xortê bi navê Ciwan Mistefa Bîlal ji nav mala wî  li bajarê Efrînê girtin.

Li gorî jêderê , ku Ciwan Bîlal bi xwe ji xelkê gundê Gewrika yê navçeya Mabeta ye û çekdarên opozisyonê ew bi dare zorê û tevî qîrîna hevjîna wî jî ew girtine û berê wî dan cihekî nediyar

Ji aliyekî din ve, Xortê bi navê Ehmed,  ku hatiye azadkirin ragihand, ku “di rojên yekemîn de em rastî lêdan û êşkenceyek hovane hatin, piştî wê em radestî serbaz û leşkerên Tirkiyê kirin û wan lêkolîn bi me re kirin’’

Ehmed, xortê 2o salî, berî şerê li ser devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bi darê zorê bo leşkeriya neçar hatibû kişandin û piştî kontrolkirina Efrînê di 18 Avdarê de ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê, ew li navçeya Cindirêsê girtin û heya niha di zindana bajarokê El-Raî bû û piştî du mehan ew sebest hat berdan.

Tê zanîn, ku hejmarên girtiyan, ku hatine azadkirin li vê dawîyê, wê bibe cihê rihetiyê û ji derbederên Efrînê re bibe handan ku bi zûtirîn dem vegerin gundên xwe.