9:40:40 AM
RojavaNews: Duh roja Şemiyê, tembûrvan û osteyê çêkirina tembûran, Cemal Şêxo ji gundê Qêsim yê ser bi navçeya Raco ve li Efrîna Rojavayê Kurdistanê li nexwaşxwaneyeke li Tirkiyê jiyana xwe ji dest da ji ber ew bi giranî birîndar bibû, dema mayînekî çandî ji berî du rojan di terektorekê de li çat rêya Eniya Kurê li gundê Qêsim teqiya û 4 welatiyên din birîndar bûn.
Jêderekê ji gundê Qêsim ji RojavaNews re ragihand, ku roja Înê, dema hin ji cotyarên gundê Qêsim yê ser bi navçeya Raco ve dixwestin herin nava zeviyên xwe, mayînek, ku çekdarên ser bi PYDê ve çandine li ser çat rêya Eniya Kurê li wî gundî di bin tekerê terektorê de teqiya û di encama wê teqînê de 5 sivîl birîndar bûn û du ji wan bi navê Cemal Şêxo û Mihemed Ehmed Ebdulhenan bi giranî birîndar bûn û ew bo nexwaşxaneyekê li Hetayê hatin veguhaztin, lê ji ber birîna Cemêl giran bû piştî rojakê jiyana xwe ji dest da û ew şehîd bû.
Heman jêderê ragihand, ku 3 welatî birîna wan sivik bûn vegerîn gundê xwe lê welatî bi navê Mihemed Ehmed Ebdulrehman hîn jî li Tirkiyê li nexwaşxwanê ye û lingê wî hatiye qutkirin ji ber wê teqînê lê rewşa wî aram e.
ji berî demekê û li wî gundî, du caran mayîn teqiyan û di encama wan teqînan de welatiyek bi navê Ehmed Şêxo şehîd bû û çar welatiyên din jî birîndar bûn û du mal bi temamî hatin rûxandin.
Ev ne cara yekê ye, ku mayînên çekdarên ser bi PYDê ve çandine li bajarê Efrînê û gundewarên wê diteqin, wek gundên: Qermîtliqê, Ereba, Qirîgolê, Qenterê, Gurzêlê û li taxên bajarê Efrînê û di encama van teqînana de bi dehan kes bûn qurbanî û bi dehan kes jî birîndar bûn û hejmarek mal û avahiyên xelkê bi temamî hatin rûxandin.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine û bi taybetî hejmarek mezin li derdor û nava gundê Qêsim hatine çandin, piştî vekşandina wan bi temamî ji Herêma Efrînê û ev kiryar bûye cihê pirsê û welatiyên Efrînê ku dema vedigerin malên xwe an jî diçine nava zeviyên xwe di metirsiyeke giran de dijîn û bang dikin ku ew mayîn bi zûtirîn den werin paqijkirin û hilkirin.
