Efrîn: Zarokekî 14e salî ji ber teqîna Mayînekê bû qurbanî
Efrîn: Zarokekî 14e salî ji ber teqîna Mayînekê bû qurbanî

Efrîn: Zarokekî 14e salî ji ber teqîna Mayînekê bû qurbanî

 

11:23:26 AM

RojavaNews: Duh roja Duşemê, mayînek di bin lingê zarokekî 14e salî  bi nave Mihemed Remzî Osman  ji gundê Ereba yê ser bi navçeya Mabeta ve teqiya û di encama wê teqînê de jiyana xwe ji dest da û mala xalê wî hat rûxandin.

Jêderekê ji gundê Ereba ji RojavaNews re  ragihand, ku “duh roja Duşemê mayînekê çandî di mala xalê  zarokê 14e salî bi nave Mihemed Remzî Osman de ji gund; Ereba y; ser bi nav\eya Mabeta teqiya û di encama wê teqînê de ew zarokê biçûk jiyana xwe ji dest da û mala xalê wî bi temamî hat rûxandin.”

 Heman jêderê ragihand, ku “di meha Nîsanê de du caran li wî gundî mayîn teqiyan û di encama wan teqînan de jinek bi navê  Xêriyê Cimkê û  Nîdal Osman ji heman malbtê  jiyana xwe ji dest dan û mala wan jî bi temamî hatin rûxandin.”

Li gundewarên Herêma  Efrînê ti roj derbas nabin bê teqîna mayinan , ku ew mayîn çekdarên PYDê Çandine li seranserî gundan û dema welatî vedigerin malên xwe di wan de diteqin û bi taybet li gundê Qêsim ya ser  bi navçeya Raco ve, ku 3ê caran mayîn teqiyan û ji ber wan teqînan hejmarek ji welatiyên wî gundî  bûne qurbanî û hejmaereke di jî birîdar bûn.

Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milkên welatiyên Efrînê de çandine, piştî vekşandina wan bi temamî ji Efrînê û ev kiryar bûye cihê şermezariyê  û welatiyên Efrînê ku dema vedigerin malên xwe di metirsiyeke giran de dijîn û bang li rêxistinên mirovî  dikin  ku ew mayîn bi zûtirîn dem werin paqijkirin.