Heleb: Çekdarên Opozisyona Sûriyê taxa Şêx Meqsûd topbaran kir
Heleb: Çekdarên Opozisyona Sûriyê taxa Şêx Meqsûd topbaran kir

Heleb: Çekdarên Opozisyona Sûriyê taxa Şêx Meqsûd topbaran kir

11:04:06 AM

RojavaNews: Duh, Sêşemê, li taxa Şêx Meqsûd ya ser bi bajarê Helebê û biraniya nişteciyên wê Kurd in ji aliyê Çekdarên Opozisyona Sûriyê ve  hat topbarankirin.

Jêderekê ji taxa Şêx Meqsûd ji RojavaNews ragihand, ku duh roja Sêşemê, Çekdarên Opozisyona Sûriyê taxa Şêx Meqsûd a Kurdan ya bajarê Helebê topbaran kir û di encama wê topbaranê de hejmarek ji welatiyên Kurd birîndar bûn û gelek ziyanên madî gîhaye mal û avahiyên xelkê.

Heman jêderê ragihand, ku Çekdarên Opozisyona Sûriyê ji bajarokê Kefer Hemre, ku xalek çavdêriya Tirkiyê jî lê heye, Taxa Şêx Meqsûd ya ser bi bajarê Helebê topbaran kir.

Tê zanîn ev ne cara yekêye, ku Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, ku piraniya xelkê wê Kurd in, ji aliyê çekdarên Opozisyona Sûriyê ve  yên ku li wî bajarokî dimînin, tê topbarankirin.