Şandeke ji ENKSê wê serdana wezareta derve ya Rûsyayê bike
Şandeke ji ENKSê wê serdana wezareta derve ya Rûsyayê bike

Şandeke ji ENKSê wê serdana wezareta derve ya Rûsyayê bike

7:29:41 PM

RojavaNews: Di hevpeyvîneke taybet de bi ARKê re, birêz Îbrahîm Biro ragihand, ku şandeke ji Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê, wê 29ê vê mehê bi serokatiya momoste Sûod Mile wê serdana wezareta derve ya Rûsiyayê bike û sedema vê serdanê ewe ku roleke Rûsî  giring  di  Sûriyê de ta vê demê heye û ya sereke mijara danîna destûreke nû ya Sûrî wê were danîn.

Biro wiha got, “ em wek Encûmen ji berî demekê me pir dewlet dîtin, lê Rûsiya aliyeke  serekeye, ku em nerînên xwe ji bo destûra Sûriyê wek çawa garantî ji bo mafê gelê Kurd di destûrê de bê kirin û ne tenê ji bo hejmara komîta destûrî be bê kirin.

Biro serbar kir, ku rûniştin bi taybet ji bo kêşeya îro Sûriyê ber asta dawî diçe ji aliyê şer de û aliyên navdewletî bi tevahî li çareseriyeke siyasî digerin û çareseriya derxistina destûrekê ye, ji ber vê yekê pir giringe em serdana Rûsiya bikin.

Biro tekez kir, ku rewşa Sûriyê heyşt salin di zehmetiyê de derbas dibe û wê di hundirê Sûriyê de wê karên nû jêre were kirin, herwiha kêm zêde wê çaresiriyek ji krîza Sûriyê re were danîn û erêniyek navdewletî wê were danîn û ji ber wê sedemê Kurd divê cihekî xwe di paşeroja Sûriyê de bibînin di aliyê têkliyên navdewletî  li ser erdê wê cihê Kurdan re wê were kirin.

Li dawiyê Biro got, ku hemî aliyên Sûriyê vê demê nebihêzin, tev rêjîma Sûriyê, opozisyon û Kurd, lê rola sereke ne rola Sûriyê ye û em wek Kurd wek tevgera siyasî Kurdî hebûna me di meydana siyasî  ya Sûrî de gelekî giringe, ku tu lingê xwe li ser erdê dîne û cihê xwe têde bibîne, lê biriyara îro biyara navdewlatiye û bi taybetî wek dewletên Amerîka û Rûsiya ye.