3:21:41 PM
RojavaNews: Duh, berbanga Yekşemê, girûpeke çekdar êrîşî mala mileyê mizgefta Cindirêsê kir û mala wî bi temamî hat dizîn û kelûpelên mala wî kirin barhligirekê û berev bajarekê Etmê ve hat birin.
Jêdereke Taybet ji navçeya Cindirêsê ji RojavaNews re ragihand, ku dema malbata mile rabû sihûrê di mala xwe de li hewşa mizgefta Cindirêsê, grûpeke çekdar derbasî hewşa mizgeftê bû û mala mile li ber çavê wî bi temamî talan kir û kelûpelên mala wî xistine barhilgirekê û ew barhilgir berev bajarokê Etmê ve hat birin.
Grûpên çekdar li seranserî gundewarên Efrînê bi karê talanê radibin û malên xelkên Efrînê li pêş çavên wan têne talankirin û hin mal li hingundan ji xwe re kirine embar mîna gundê Qermîtliqê ku bi sedê tonan kelûpelên welatiyan komkirine.
M. Qadî
