Efrîn: Hin çalakiyên xizmetgozariyê li navçeya Cindirêsê
Efrîn: Hin çalakiyên xizmetgozariyê li navçeya Cindirêsê

Efrîn: Hin çalakiyên xizmetgozariyê li navçeya Cindirêsê

 3:24:41 PM

RojavaNews: Di hefta bihûrîde, Encûmena Xwecihî ya navçeya Cindirêsê bi çend çalakên giring  yên xizmetgozariyê rabûye, mîna dirustkirina ofîsên Encûmenê û dabeşkirina wan û hejmarek ji komîteyên gundan bi ser navçeya ve hat dirustkirin û hin rêkeftin bi Komela Buhar re û kopaniyên Tirkiyê re hat kirin.

 jêderekê taybet ji RojavaNews re ragihand, ku di vê hefta bihûrî de Encûmena Cindirêsê bi çend çalakên xizmetgozariyê rabûn û ji wan çalakiyan, rekeftinek bi Komela Buhar re li ser projeya ava vexwarinê li navçeya Cindirêsê û gundê Kefer Sefrê û Miskê hat kirin.

 Li gor wê rêkeftinê Komeleya Buhar li xwe girt wê paşmayên li şûna mal û avahiyên ku hatine rûxandin bi sedema pavçûna û bombebaranên balefirên cingî yên Tirkiyê li bajêr rakin û navçeya Cindirêsê bi temamî ji paşmayan rakin û paqij bikin.

Heman jêderê ragihand, ku hin çalakiyên berçav ji aliyê Encûmenê ve hat kirin û ya ser defter hejmarek ji komîteyên gundan bi ser navçeyê ve hate dirustkirin û hin ofîsên Encûmenê û dabeşkirina wan hatin dirustkirin ji bo ektîvkirina karê Encûmenê li Cindirêsê.

Jêderê tekez kir, ku rêkeftinek di navbere Encûmenê û kompaniyeke Tirkiyê de  hat kirin û di wê rêkeftinê de, kompaniye wê berhamên çandiniyê biçinin û bifroşin.

Tê zanîn, piştî Encûmena sivîl li bajarê Efrînê û li navçeyan hatin  dirustkirin, karekî berçav ji aliyê wan de hatiye kirin, çi di warê kêmbûna bûyerên ewlehiyê de û çi di warê pêşkêşkirina xizmetgozariyê bo xelkên Efrînê, herwiha alîkariya wan bo vegera derbederên xelkê Efrênê hate kirin.

M. Qadî