1:26:04 PM
RojavaNews: Duh, Çarşemê, Meleyê kurd yê navdar, Hesen Mistefa, ku di dirêjahiya jiyana xwe de wek mele li mizgefta taxa Şêx Meqsûd ya ser bi bajarê Helebê ve derbas kiriye li bajarê Izmîrê li Tirkiyê koça xwe ya dawî kir.
Duh li bajarê Izmîrê yê Tirkiyê zanayê olî yê navdar yê Kurd û Îmamê mizgefta taxa Şêx Meqsûd tê naskirin bi Xoce Hesen koça xwe ya dawî ki.
Xoce Hesen dehên salan jiyana xwe di wê mizgeftê de derbas kir û bi sedan zarok fêrî ol û xwandina Qurana pîror kirine û her roja înê wî bi zimanê Kurdî pêşnimêja xwe dikir û çendîn caran ew rastî eşkenceyê û lêpirsînê ji aliyê ewlehên rêjîma Sûriyê ve hatiye ji ber wî bi zimanê Kurdî nimêja Înê derbas dikir.
Hoce Hesen li gundê Qermîtliqê ji dayîk bûye û piştî xêzandar bû, ew li taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê bi cih bû û ji ber wî xwe li ber meleyan fêrî qurana pîroz kiribû ew bû Îmamê mizgeftê û ti carî wî doza miletê Kurd ji bîrnekirbû û ji ber Kurdîtiya xwe ew candîn caran rastî lêpirsînê hatibû.
M. Qadî
