11:03:17 AM
RojavaNews: Duh, roja Duşemê, mayînek di maleke vala de li gundê Tirmûşa yê ser bi navçeya Şiyê ve, teqiya û di encama wê teqînê de zarokê bi navê Ednan Ferîd Sîdo şehîd ket û mala vala bi temamî hat rûxandin.
Jêderekê ji navçeya Şiyê ji RojavaNews re ragihand, ku duh roja Duşemê mayînek di maleke vala de li gundê Tirmûşa yê ser bi navçey Şiyê ve teqîya û di encama wê teqînê de ew mal bi temamî hat rûxandin û zarokek bi navê Ednan Ferîd Sîdo şehîd ket.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milk û zeviyên welatiyên Efrînê de çandine, piştî vekşandina wan ji gundewarên Efrînê û teqîna mayînan roj bi roj dibine cihê metirsiyê û welatî bang li rêxistinên mirovî û navdewletî û bi teybet dewleta Tirkiyê dikin ku ew mayîn bi zûtirîn dem ji erdê werin hilkirin.
M. Qadî
