Xwecihiya Efrînê ya ENKSê daxwaza derxistina grûpên çekdar û rêgirtina li diziyê dike
Xwecihiya Efrînê ya ENKSê daxwaza derxistina grûpên çekdar û rêgirtina li diziyê dike

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê daxwaza derxistina grûpên çekdar û rêgirtina li diziyê dike

 12:39:10 PM

RojavaNews: Encûmena Xwecihiya Efrînê  ya ENKSê di nameyekê de daxwaz ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) dike ku ligel Tirkiyê kar bikin, ta ku grûpên çekdar ji Efrînê werin derxistin û rêxistin û dezgehên sivîl rola xwe bigirin ber.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê îro di nameyekê de arasteyî ENKS û Îtîlafê kiriye, tê de dibêje, desthilata PYDê ji 18ê Adara bûrî ve li Efrînê nemaye. Tê zanîn ku piştî bidawîbûna operasyonên leşkerî li her cihekî cîhanê, rêxistinên civaka sivîl derbasî wê deverê dibin çalakiyên leşkerî kêm dibin û destgehên sivîk dest bi karên xwe dikin û jiyana mirovan normal dibe, lê rewşa Efrînê roj bi roj xerabtir dibe, ku dizî û talankirina bi zorê çekan ji 18ê Adarê ve berdewam e.

Tevî encûmenên sivîl ên li Efrînê û 6 navçeyên wê hatine avakirin, lê ji ber hebûna grûpên çekdar ên pabendî ti yasayekê nabin di nava gund û bajaran de ta niha ti desthilat di destên wan encûmenan de nîn e û hîna rola xwe ya rast negirtine.

Dide zanîn jî, ta niha girtina welatiyan, dizî û talankirina mal û milkên xelkê, qedexekirina vegera xelkê Efrînê, bicihkirina koçberên Xûtaya Rojhilat û navçeyên din ên Sûriyê li şûna xelkê Efrînê, destdanîna ser berhemên çandiniyê wek genim û meyweyên xelkê berdewam e.

Xwecihiya Efrînê ji ENKS û Îtîlafê hêvî dike ku ked û hewlên xwe bi dewleta Tirkiyê re bikin, da ku dewleta Tirkiyê sînorekî ji binpêkirina grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê re dane û hin aliyan destnîşan bike ji bo rûmet û azadiya welatiyên Efrînê were parastin û ne her grûpek welatiyên Efrînê desteser û eşkence bike.

Xwecihiya Efrînê hêviyê ji hikûmeta Tirkiyê dike ku koçberên derverên din ên Sûriyê ji malên xelkê Efrînê derxe û li kampên taybet wan bicih bike. Herwiha grûpên çekdar ji nava herêma Efrînê derxe û rê li ber prosyên dizî û talanê bigire.