Til-Rifhet: Li kampa Şehbayê mayînek teqiya 4 kes şehîd ketin û 4 kes jî birîndarbûn
Til-Rifhet: Li kampa Şehbayê mayînek teqiya 4 kes şehîd ketin û 4 kes jî birîndarbûn

Til-Rifhet: Li kampa Şehbayê mayînek teqiya 4 kes şehîd ketin û 4 kes jî birîndarbûn

 

10:56:27 AM 

RojavaNews: Duh, roja Înê , mayînek  li nêzîkî kampa Şehbayê ya ser bi bajarokê Til-Rifhet bakurê Helebê teqiya  û di encama wê  teqînê de  4 kes şehîd ketin û 4 jî birîndarbûn, ew jî hemi ji malbatekê bûn.

Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, ku duh roja Înê, dema ku malbatekê dixwast ji bajarê Til-Rifhetê vegere gundê xwe mayînek  li nêzîkî kampa Şehbayê ya ser bajarokê Til-Rifhet di welatiyên ku hemî ji  malbatekê bûn de teqiya û di encama wê teqînê de 4 kes ji wê malbatê şehîd ketin û 4 jî birîndarbûn.

Tê zanîn ku ne tenê çekdarên PYDê mayîn  di nava mal û milk û zeviyên  welatiyên Efrînê de çandine, lê belê li nêzîkê kampan jî çandine ji bo ti kes venegerê gundên xwe,  piştî vekşandina wan ji gundewarên Efrînê û teqîna mayînan roj bi roj dibine cihê metirsiyê û welatî bang li rêxistinên mirovî  û navdewletî dikin  ku ew mayîn li her derekê be divê bi zûtirîn dem ji erdê werin hilkirin.

M. Qadî