Efrîn: Grûpên çekdar çend kes ji gundê Qujîma girtin
Efrîn: Grûpên çekdar çend kes ji gundê Qujîma girtin

Efrîn: Grûpên çekdar çend kes ji gundê Qujîma girtin

3:06:40 PM

RojavaNews: Grûpên çekdar yên ser bi opozisyona Sûriyê ve hejmarek ji welatiyên gundê Qujûma yê ser bi navçeya Cindisêsê girtin û te vê demê çarenivîsa wna ne diyare.

Jêderekê ji navçeya Cindirêsê ji RojavaNews  re ragihand, ku duh bi şev, çekdarên girêdayî bi grûpa Hezmat ve, erîşî gundê Qujûma yê  ser bi navçeya Cindirêsê ve , kir û hejmarek ji xelkên wî gundê binçav kirin û navên wan jî  ev in: Emîn Hisên, Mihemed Hisên, Ebdulrehman Nîsan û Osman Nîsan.

Heman jêderê ragihan, ku ,îro taxa Mehmûdiyê jî, welatiyê bi navê Semîr Şêxmûs, ku ji xelkên gundê Bêkê yê navçeya Bilbilê ye, li ser destên grûpeke çekdar hate revandin û berê wî dan cihekî ne diyar.

Li navçeya Şiyê grûpa Hemxat, şeva Pêncşemê 15 kes ji malbata Şêxo girtin û ta vê demê ew nehatine serbestbedan.

Tê zanîn ku di van çend rojên dawî de kampeniyên girtinê li Herêma Efrînê zêde bûye, û dizî û talankirina mal û mikên xelkê hîn jî berdewam e. 

M. Qadî