2:47:05 PM
RojavaNews:Bi tometa hebûna endamên veşartî yên ser bi PYDê ve li Efrînê grûpên çekdar dest bi helmeteke girtin û binçavkirna welatyên sivîl li navçeya Mobata hat kirin û bi dehan binçavkirin û ji wan girtîyan endamên encumena xwecihî ya Mubeta jî hene.
jêderekê taybet jê navçeya Mabeta ji RojavaNews re ragihand, ku îro roja Dûşemê 11/6/2018 dan bi sibê grûpên çekdar dest bi helmeteke giritna welatiyên navçeya Mabeta kirin û derdora sed kesî binçav kirin û ji nav girtîyan 2 endam û 4 karmendên encumena xwechî jî hene.
jêderê da zanîn ku endamên encumenê Selah Şehbo û Hesen Îbşano û çarkarmendên dIn yên encumenê û bI dehan jJ welatyên navçeya Mabeta hatin binçav kirin û ji ber wan kiriyaran xelkê navçeyê bi xwepîşandanek nerazîbûnê rabûn.
Heman jêderê tekez kir, ku piştî terorkirina fermandar Ehmed Misto di heftê meha bihûrî de li navçeya Bilbilê û bi taybet piştî raghandna grûpên çekdar ku grûpên veşartî yên PYDê bI terorkIrIna Misto rabûne û bi bihaneya hebûna grûpên veşartî li navçeya Mabeta dest bi girtin û binçavkirina welatîyan kirin lê li gor zaniyaran, ku Ehmed Misto biriyar bû di civîneke li gel berpirsên TurkIyê biciviya û belgeyên binpêkirnên grûpên çekdar pêşkêşî TIrkan kIrba lewma hate terorkirin
Di 7/6/2018an de grûpa Emşat hejmarek ji welatiyên navçeya şiyê jî binçav kirbû ji wan serokê encumena şiyê EhmEd Hesen û endamên encûmenê Ehmed şêxo û Zekriye Kehol jî hebûn û piştî demeke kurt herdû navburî serbest hatin berdan.
Lê ta niha hîn welatî li cem Emşat li gundê Qermîtliqê girtîne herweha dema bi êrîşa xwe radibûn 13 hezar Dolar û 800 lêreyên sûrî ji pareyên encumenê ji xwe dizîn ku ew pere ji aliyê welatiyên şiyê ve hatibûn şandin daku alîkarî û xizmetguzariyan ij navçeyê re werin pêşkêşkitrin.
Tê zanîn grûpên çekdar li Efrînê û bi bihaneya cûre cûr welatiyan digrin û biçavdikin ji bo pereyan ji wan bitînin.
- Qadî
