Daxuyaniyek derbarê tawanên li ser destê komên cerdevan û çeteyên çekdar yên li Efrînê û şehîdbûna berêz Ehmed Şêxo...
Daxuyaniyek derbarê tawanên li ser destê komên cerdevan û çeteyên çekdar yên li Efrînê û şehîdbûna berêz Ehmed Şêxo...

Daxuyaniyek derbarê tawanên li ser destê komên cerdevan û çeteyên çekdar yên li Efrînê û şehîdbûna berêz Ehmed Şêxo...

11:20:39 PM 

RojavaNews: Her ji destpêka derbasbûna girûpên çekdar bi alîkarî û piştgiriya artêşa Tirkiyê li nav xaka Efrînê, ew girûp radibin bi dirintirîn tawanan li dijî xelkê Efrînê li ser rêbaza pêkanîna êrîş û talankirinê û dizîna mal û milkên xelkê wek destkeftiyên şer dûr ji hemû piransîpên mirovî û yasayên olî, ji talankirin û şelandina mal û milkên giştî û yên taybet û şewtandin û wêrankirina jêrxana bingehîn û dizîn û jinavbirina şînwaran û revandin û binçavkirin û eşkencedan û bicihkirin û hawirdkirina xêzanên ereban bi armanca guhertina demografî û nehêlana vegera xelkê li ser cih û warên wan, ev hemû kiryar û tawan li pêşiya çav û li ber guhên civaka navdewletî dibin bê ku civaka navdewletî guh bide bangewazî û hawar û daxwazên xelkê Efrînê yên bi derxistin û sizadana wan komên çete û cerdevanan, heta gihiştiye radeyekî ku bi eşkereyî çete radibin bi kuştina hemwelatiyên Efrînê yên vedigerin li ser mal û milkên xwe û yanjî yên li hember kiryarên wan radiwestin û wan şermezar dikin, ku dumahîk tawan ji aliyê komên çete hat di derheqê şehîd Ehmed Şêxo, Cîgirê Serokê Encûmena xwecihiya bajarokê Şiyê û endamê PDK-Sê de, ku jiyana xwe piştî du rojan ji revandin û eşkencedanê jidest da.

 

 Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi tundî vê tawankariyê û hemû tawanên din yên dûr ji lîsteya mafên mirov şermezar dike û dide zanîn ku ev tawan digehêjin li ast tawanên ceng û hevdem ku Artêşa Tirkiyê li hemberî wan tawanan bê deng e, tevî ku Tirkiya wek dewleteke dagîrker; li hember parastina sivîlan û milk û samanên xelkê Efrînê û dabînkirina aramiyê û pêşkêşkirina xizmetgozariyan berpirsyar e, û lewra Tirkiya li hember van tawanan gunehbar e.

 

ENKS'ê ji Tirkiyê daxwaza bidawîkirina van tawanan û derxistina van tabûran ji navçeyê û radestkirina rêveberî û parastina navçeyê ji bo xelkê Efrînê dike.

 

Û ENKSê ji Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dixwaze ku van tawanan şermezar bike û xwe ji girûpên çete bêrî bike, ku kiryarên wan bi carekî dûr in ji piransîp û armancê şoreşa Sûriyê ya ji bo wê hemû pêkhateyên Sûriyê qurbanî pêşkêş kirine.

 

ENKSê, gazî û hawara xwe digehîne dewletên zilhêz û NY û rêxistinên wê û yên mirovî ji bo rawestan li hember van kiryaran û rabin bi pêşkêşkirina destê alîkarî û xêrxwaziyê bo rizgarkirina xelkê Efrînê ji vê trajidiya xembar.

 

ENKSê, hevdem daxwaza hevgirtin û hevkariyê û veger û pêvemanê li ser xaka bav û bapîran ji xelkê xweyê Efrînê dike.

 

Sikirtariya giştî ya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS)

Qamişlo 13.06.2018