Efrîn: Karwanek ji 2000 otomobîl ji derbederên Efrînê li gundê Aqûbê asê mane
Efrîn: Karwanek ji 2000 otomobîl ji derbederên Efrînê  li gundê Aqûbê asê mane

Efrîn: Karwanek ji 2000 otomobîl ji derbederên Efrînê li gundê Aqûbê asê mane

 11:42:52 AM

RojavaNews: Rêbendên  Artêşa Tirkiyê û  grûpên çekdar li pîşiya derbederên welatiyên Efrînê vekirîne û rojane derbeder derbasî Efrînê dibin, lê vê carê çekdarên ser bi PYDê û hin çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê ve  rêgiriyê  li gundê Aqûbê dirust dikin da ku tu kes venegere gundê xwe, mebest ji vê gavê ewe ku derbederên Efrînê  bi qaçaqî û peran û bi nirxekî bilind wan veguhêzînin bajarê Helebê an jî di kampan de bimînin, hewiha karwanên alîkariyê jî rê li pêşiyan wan hatiye girtin û ta vê demê derbasî Efrînê nebûne.

Jêderekê ji gundê  Aqûbê ji RojavaNews re ragihand, ku, “duh roja Înê, çekdarên PYDê  karwanek ji 2000 otomobîl  ji derbederên Efrînê li gundê Aqûbê yê ser bi navçeya Şêrewa ve ku dixwazin vegerin şûnwarên xwe, lê wan çekdaran rêgirî  ji pîşiya wan girtine  û naxwazin xelkê Efrînê vegerin daku  derbeder neçar bibin di kampan de bimînin û karwanên  ji alîkariyên mirovî jî li wî gundî asê mane û rê ji wan re nehatiye vekirin daku derbasî Efrînê bibin.”    

Heman jêderê  tekez kir, “ku ew karwan ji derbederên Efrînê  li  Aqûbê asê mane û rewşa wan gelekî xerabe û ew rastî gotênên xerab tên û wan ji derbederan xwestiye venegerin Efrînê bi bihaneya ku rewşa Herêma Efrênê di bin desthilatiya grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve gelekî xerabe.”

Wî serbar kir, ku “çekdarên ser bi PYDê ve li nava gundê Aqûbê belav bûne û nahêlin ti kes ji derbederên xelkê Efrînê ji wî gundî vegerin gundên xwe û milîsên ser bi rêjîme Sûriyê jî rêgiriyê li pîşiya xelkê Efrînê digirn da ku bi peran wan bibine bajarê Helebê.”

Tê zanîn ku çekdarên PYDê û milîsên rêjîma Sûriyê  ta vê demê nahêlin welatiyên Efrînê, ku li kampan bi cih bûne, vegerin cih û warên xwe û PYDê dixwaze wan ji bo  berjewendiyên xwe bikar bîne û ji bo welatî venegerin  nasnameyên wan li kampan  ji wan standine daku neçar bibin venegerin malên xwe, li hîne welatî bi dizî an jî bi qaçaqî vegera wan berdewam in.      

  M. Qadî