Efrîn: Li goristana gundê Sînka mayînek teqiya zarokek 13 salî şehîd ket û 4 jî birîndar bûn
Efrîn: Li goristana gundê Sînka mayînek teqiya zarokek 13 salî şehîd ket û 4 jî birîndar bûn

Efrîn: Li goristana gundê Sînka mayînek teqiya zarokek 13 salî şehîd ket û 4 jî birîndar bûn

 

1:57:26 PM

RojavaNews: Îro rojan Şemiyê 16.6.2018an, mayînek li goristana gundê Sînka  yê ser bi navçeya Şera ve, teqiya  û di encama wê  teqînê de  zarokeke 13e salî bi navê Diyar Ebdulqadir Sîdo şehîd ket û 4 kesên din jî ji yek malbat birîndar bûn.

Jêderekê ji navçeya Şera  ji RojavaNews re ragihand, ku îro roja Şemiyê, dema welatiyên gundê Sînka derin goristana wî gundî û dixwastin sûreta Yasînê  ji Quranê bixûnin, mayînek teqîya û di encama wê teqînê de zarokek 13 salî bi navê Diyar Ebdulqadir Sîdo ji malbata Sîdo şehîd ket û 4 kesên din jî ji heman malbatê birîndar bûn.

Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milk û zeviyên  welatiyên Efrînê de çandine, piştî vekşandina wan ji gundewarên Efrînê û teqîna mayînan roj bi roj dibine cihê metirsiyê û welatî bang li rêxistinên mirovî  û navdewletî û bi teybet dewleta Tirkiyê dikin  ku ew mayîn bi zûtirîn dem ji erdê werin hilkirin.

M.Qadî