Angelina Jolie serdana kampa Domîz kir û pesna Hikumeta Herêma Kurdistanê da
Angelina Jolie serdana kampa Domîz kir û pesna Hikumeta Herêma Kurdistanê da

Angelina Jolie serdana kampa Domîz kir û pesna Hikumeta Herêma Kurdistanê da

12:20:28 PM

RojavaNews: Ektera navdar ya Amerîkî û balyoza niyetpakiyê ya Netewên Yekgirtî Angelina Jolie, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nimûne ji bo parastina penaberan binav kir.

Di sêyem serdana xwe de ji bo kampa penaberan ya Domîz, Angelina Jolie daxwaz kir ku çareseriyek siyasî ji bo kirîzên Rojhilata Navîn re bê dîtin daku jiyana dijwar ya penaberan bidawî bê.

Di kongirekî rojnamevanî de li kampa Domîz, Jolie got: "Di vê serdanê de, wekî her dem xweragirî û mihrebanî û comerdiya xelkê Rojhilata Navîn di bîra min de ye. Supasiya xelkê Iraqê dikim ji bo comerdiya wan beramberî penaberên Sûrî û meşextan. Bi taybetî sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, ku bûye nimûne ji bo parastina penaberan".

Navhatî got jî: "Roja Sêşemê, wê datayên nû li ser hejmara meşextan bên belavkirin, hejmara wan zêde bûye. Di demekê de ku ti çareseriyeke siyasî di asoyê nêzîk de nayê dîtin. Vê yekê jî valahiyek çêkiriye ku bi alîkariyên mirovî ew valahî tije nabe. Take çareser ew e, ku ceng bidawî bê û hemû Hikûmet bi erk û berpirsatiyên xwe rabin".