6:49:54 PM
RojavaNews: Duh roja Çarşemê, rawêjkarê serokê Tirkiyê, Barêş bavê Dawûd û du berpisên din ên pilebilid serdana malbata şehîd Ehmed Şêxo li navçeya Şiyê ya Efrînê Rojavayê Kurdistanê kir û xwestin alîkariya malbata wî bikin û kesên tewanbar wê bêne sizedan.
Birayê şehîd Mistefa Şêxo ji RojavaNews re ragihand, ku “duh, roja Çarşemê rawêjkarê serokê Tirkiyê Bariş bavê Dawûd û du kesên din pilebilind sedana malbata şehîd kir û bi hevjîna wî re axivîn û xwestin alîkariyê pêşkêşî wê bikin û wan soz dan ku kesê kujer wê were sizedan.”
Heman jêderê anî ziman û got, ku “wan xwest alîkariyê pêşkêşî wê bike û eger ew dixwazê biçe Tirkiyê ew ji wê re amedene, lê wê alîkariya wan red kir û got, tenê daxwaza min kesên kujer wê werin sizedan û dadgehkirin.”
Tê zanîn ku grûpa çekdar bi navê El-Emşat roja pêncşemê 7ê Hezîranê bi ser mala Cîgirê Serokê Encûmena Sivîl a navçeya Şiyê Ehmed Mihemed Şêxo de girtin û ew û hejmarek mêr û jin ji malbata Şêxo jî girtin, lê Ehmed ji ber birînên xwe yên giran, canê xwe jidest da û ew şehîd ket.
M. Qadî
