9:17:51 AM
RojavaNews: Duh 22. 06.2018, çekdarên PYDê bi 3ê otombîlên dagirtî çek û çekdar ser bi mala welatiyê bi navê Mihemed Mesûm li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo de girtin û ew û zorê wî yê yekaneyê yê 17 sallî berve cihekî nediyar ve hat revandin.
Mihimd Mesûm bavê şehîd Şêrzad yê hêzên pêşmergeyên Rojavayê Kurdistaniyê ye , yê ku li sengera şer li Şingalê şehîd ketbû û endamekî Partiya Yekîtiya kurdî li Sûriyê ye.
Şeva borî jî çekdarên Partiya PYDê her sê endamên Şepêla Pêşeroj a kurdî li Sûriyê Riyad Ehmed endamê ofîsa pêwendiyan her weha Ehmed Ibrahîm û Mîlad Delî li bajarê Qamişlo bi zora çekan revandin.
