Grûpên çekdar li Herêma Efrînê di binpêkirinên mafên mirovan de berdewam in
Grûpên çekdar li Herêma Efrînê di binpêkirinên mafên mirovan de berdewam in

Grûpên çekdar li Herêma Efrînê di binpêkirinên mafên mirovan de berdewam in

2:01:47 PM

RojavaNews: Grûpên çekdar ên ser bi Artêşa Tirkiyê ve li Herêma Efrînê di kiryar û binpêkirina mafên mirovan de, ku  di deheqê welatiyên Efrînê têne kirin berdewam in, mîna revandin, kuştin, eşkencekirin û talankirina mal û milkên xelkê, herweha revandina sivîlan û sepandina peran ji bo serbestbeedana wan roj bi roj ev kiriyar zêde dibin û ta vê demê ti çareserî ji kiryarên wan re ji aliyê Tirkan ve nehatiya  kirin.

Jêderekê ji navçeya Raco ji RojavaNews re ragihand, ku ”çekdarên ser bi Feyleq El-Şam  ve li  gundê Kûsa yê navçeya raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê welatîyek kêm endam bi navê Îbrahîm Mihemed Îbrahîm, roja  Înê  bi  şevê li ser rêbenda wî gundî bê sedem rastî lêdaneke hovane hat û pişt re ew serbest hate berdan.”

Li gor jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihandibû, ku li gundê Ênhecerê yê ser bi navçeya Mabeta, grûpeke çekdar êrîşî mala Ehmed Niqo kir û di wê êrîşê de zarokê wî biçûk  birîndar bû û malbata wî bi darê zorê ji wê malê hat valakirin û ji gund hatin derxistin.”

Tê zanîn, ku grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, ji bilî dizî û talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê, bi bihane û sedemên ne rewa  bi sedan kes revandine û li hember serbest berdana wan daxwaza bireke mezin ji pereyan dikin û te vê demê kiriyarên binpêkirina mafên mirovan mîna kuştin û eşkenceya welatiyan ji aliyê grûpan ve jî berdewam in .

  1. Qadî