8:57:29 AM
RojavaNews: Zaroka bi navê Ayşa Hesen ya 10 salî ku ji taxa Qenat Elswês ya bajarê Qamişlo ye, piştî ku bihtir ji heftiyekê di nexweşxaneyê de ma jiyana xwe ji dest da .
Ayşa 10 salî di encama guleyek bêserûber de ku raserî wê hatibû di dema seredana wê de ji bo mala bapîrê wê di roja duwem de ji cejna remezanê ya bûrî, ew jî di rêkefta 16. 6. 2018 li taxa Bişêriyê li bajarê Qamîşlo yê Rojavayê kurdistanê .
Tê zanîn ku diyardeya hilgirtina çekan di civaka Rojavayê kurdistanê de belavbûye û geleg caran dibe sedema jiyan ji destdanê, bê ku tu aliyek hebe rêgiriyê li belavbûna wê diyardeyê bike.