10:17:02 AM
RojavaNews: Li navçeya Şera ya Efrînê, duh bi amadebûna Nûnerê Waliyê Hatayê li navçeyên Şera û Bilbilê navenda Polîsa Sivîl hat vekirin.
Jêderekê Taybet ji navçeya Şera ji RojavaNews re ragihand, ku duh bi amadebûna Nûnerê Waliyê Hatayê li navçeyên Şera û Bilbilê navenda Polîsa Sivîl li navçeya Şera hate vekirin.
Heman jêderê ragihand, ku duh, nêzîkî 100 endamên polîsa sivîl gihîştin navçeya Şera û ta demekê dê ev polîs û bi hevkariya ligel grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bi erkê parastina ewlehiyê rabin.
Ji aliyekî din ve, duh, li navçeya Mabeta jî bi amade bûna Nûnerê Waliyê Hatayê û Fermandarê Giştî ê Polîsa Medenî navenda Polîsa Sivîl hate vekirin.
Ji destpêka vê mehê ve nêzîkî 1500 endamên polîsa Sivîl ku li Tirkiyê hatibûn perwerde û rahênankirin gihîştin Efrînê û hatibû ragihandin ku bi armanca zeftkirina ewlehî û aramiyê dê ji piştî cejna Remezanê dest bi erkê xwe bikin.
Ji aliyekî din ve li hemî navendên Polîsa Sivîl ên li navçeyên Efrînê navên welatiyan têne tomarkirin û ew wê li Tirkiyê werin rahênan û perwerdekirin bi dirêjahiya mehekê, pişrte wê vegerin û wek polîsa Sivîl wê bi karê xwe rabin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike di roja 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bûn û dagîr kirin, ji wê demê ve girtin, dizî, talan û wêrankirina mal û samanên xelkê Efrînê ji aliyê wan grûpên çekdar ve tên kirin û ta vê demê kiryarên wan berdewam in.
