PYDê û alîgirên PYDKS (Yekîtî) rêgiriyê li pêşiya vegera derbederên Efrînê li kampên Bakurê Helebê digirin
PYDê û alîgirên PYDKS (Yekîtî) rêgiriyê li pêşiya vegera derbederên Efrînê li kampên Bakurê Helebê digirin

PYDê û alîgirên PYDKS (Yekîtî) rêgiriyê li pêşiya vegera derbederên Efrînê li kampên Bakurê Helebê digirin

 1:15:31 PM

RojavaNews:  Berpirsên PYDê û alîgirên PYDKS (Yekîtî) li kampên li Bakurê Helebê rêgiriyê li pêşiya vegara welatiyên derbeder digirin û ew kamp ji derbederan re bûye wek zindan, ku Duh, wan jineke Kurd bi temen û nexwaş bi navê Remziyê Mihemed Reşo, ku daxwest ji ber nexwaşiya xwe  ji kampê derkeve, lê daxwaza wê hat redkirin û te vê demê rewşa wê gelekî xerab e.

Jêderekê ji nava kampa  Şehbayê ji RojavaNews re ragihand, ku piştî rêbenda Kîmarê hate vekirin, piraniya derbederên li nava kampên Şehbayê dixwazin vegerin malên xwe li çekdar û Asayîşên ser bi PYDê ve û alîgirên Şêx Alî rêgiriyê li  wan digrin û yên li kampan direvin ew rastî sizedanê tên, ku Duh, wan jineke Kurd bi temen û nexwaş bi navê Remziyê Mihemed Reşo, ku daxwest ji ber nexwaşiya xwe  ji kampê derkeve, lê daxwaza wê malbatê wê ji aliyê berpirsên kampê hatin redkirin û te vê demê rewşa wê gelekî xerab e û ew matmayî mane.”

Heman jêderê got, “ku ew jina bi temen û nexwaş, pêdiviya wê bi pizîşkan çi li Helebê û çi li Efrînê heye û rewşa wê ya tenduristî gelekî xerabe û ew li nava kampê asê maye û ji wê  re bûye zindan ji ber  kêmbûn û tinebûna dermanan  û hîne  malbata wê hawil dide ku wê ji kampê derxîne, lê ta vê demê ti çare jê wê re nehatiye kirin.”

Tê zanîn ku PYDê û aligirên Partiya Yekîtî ta vê demê nahêlin welatiyên Efrînê derbeder bûne û li kampan bi cih bûne vegerin cih û warên xwe û ew di dixwazin  wan ji bo  berjewendiyên xwe bikar bînin  û ji bo venegerin jî nasnameyên derbederan  ji wan standine.