Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Organîzatorê Giştî yê Bizava Gorranê Newşîrwan Mistefa kir. Barzanî û Mistefa li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li devera Pîrmamê ya Hewlêrê pêşwaziya Organîzatorê Giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa kir.
Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de li ser rewşa eniyên şerê Pêşmerge û DAIŞê û pêşdeçûnên Pêşmerge hat axaftin, her wiha pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybet rêkeftina navbera her du aliyan li ser petrol û bûdceyê jî bû mijara hevdîtinê.
Li gorî nûçeyê, Barzanî û Newşîrwan Mistefa li ser yekdengî û yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê tekez kirin û gotin, rewşa niha ya Kurdistanê demkî ye û dê bi serfirazî were derbaskirin.
