Efrîn....Grûpeke çekdar êrîşî mala welatiyekî sivîl kir
Efrîn....Grûpeke çekdar êrîşî mala welatiyekî sivîl kir

Efrîn....Grûpeke çekdar êrîşî mala welatiyekî sivîl kir

3:42:38 PM

RojavaNews: Şeva bihûrî, grûpeke çekdar êrîşî mala welatiyekî sivîl li navçeya Raco ya Efrînê a kurdistana Sûriyê bi sedemên ne rewa kir.

Jêderkê taybet ji navçeya Raco ji RojavaNews re ragihang, ku ”şeva bihûrî, grûpeke çekdar li navçeya raco ya Efrînê êrîş li ser mala welatyekî sivîl bi navê Reşîd Mihemed Bekir ku mala wî di nava zeviyê wî de bû  kir.”

 Heman jêderê ragihand, ku ”ew grûp biser grûpa binavê Ebo Odey ya ser bi Ehrar El-Şerqiyê ve li navçeya Raco û bi behaneya şanên PKKê ew êrîş hat kirin û bi şev kilîta deriyê mala wî sikandin û sê mobaylên mala wî hatin desteserkirin.”

Ev ne cara yekê ye ku çekdarên ser bi Ehrar EliŞerqiyê êrîşî malan dikin ku di 29ê Gulana bihûrî de wan êrîşî  mal û norîngeha Dr. Lezgîn Salih kirin û hemî tişt hat dizîn û talankirin û diktor jî hat revandin, lê piştî demekê ew serbest hate berdan.

Tê zanîn li Efrînê tevî ku behsa radestkirina navçeyên bo polîsên xwecihî tê kirin lê hîn jî li gelek navçeyan grûpên çekdar binpêkirnan pêk tînin û metirsiyê dinava welatiyan de durist dikin.