PYDê endamekî PDK-Sê li gundewarê Dêrikê revand
PYDê endamekî PDK-Sê li gundewarê Dêrikê revand

PYDê endamekî PDK-Sê li gundewarê Dêrikê revand

11:32:55 AM

RojavaNews: Derengê şeva burî, çekdarên Prtiya Yekîtiya Demokratîk PYDê, endamekî komîta deverê ya Partiya Demokrata kurdistan Sûriya û endamê serkirdayetiya Yekîtiya Xwendvan û Cwanên Demokrat a kurdistana Rojava binçav kir û ta vê demê çarenivîsa wî ne diyare.

 li gorî zaniyariyên taybet gîhane RojavaNews, ku duh demjimêr yanzde û nîvê şevê grûpeke çekdarên rû nûxmandî yên ser bi PYDê ve  êrîşî mala Deham Mihemed Osman li gundê kelehê ya ser bi gundewarê Dêrikê kir û ew hat binçavkirin û berev cihekî ne diyar ve hat birin.”

 Ev ne cara yekê ye ku çekdarên ser bi  PYDê  ve êrîşî mala endam ûserkrdên Partiya Demokrata a kurdistan Sûriya û Encûmena Niştimaniya  Kurdî li Sûriyê dikin û wan binçav dikin  ku ta vê demê bi dehan serkird û alîgirên ENKSê di zindanên PYDê  de ne.