Efrîn…Li gundê Burc Heyderê du mayîn teqiyan, welatiyek şehîd bû û 4 kesên din jî birîndar bûn
Efrîn…Li gundê Burc Heyderê  du mayîn  teqiyan,  welatiyek şehîd bû û 4 kesên din jî birîndar bûn

Efrîn…Li gundê Burc Heyderê du mayîn teqiyan, welatiyek şehîd bû û 4 kesên din jî birîndar bûn

10:34:00 AM

RojavaNews: Li gundê Birc Heyderê yê bi ser navçeya Şêrewa ya Efrîna Kurdistana Sûriyê mayînek çandî teqiya  û di encamê de welatiyekê  canê xwe jidest da û dema 4 kes bi haware wî ve diçûn mayînekî din teqiya û di encamêde hemî  birîndar bûn .

Jêderekê taybet ji Efrînê ji RojavaNews re regihand, ku li Birc Heyderê yê b ser navçeya Şêrawa dema ku traktor çandiniyê derbas dibû, mayînek çandî  teqiya û di teqînê de ajovanê traktorê Ehmed Xelîl  HecElî canê xwe jidest da û dema 4 kesin din bi haware wî ve diçûn mayînekî din teqiya û di encamê de Kemal Mamed Hec Elî, Hesen Kemal Mamed, Ehmed Xelîl Gule Xeyrî û Mihemed ELî Osman Gule Xeyrî birîndar bûn  .

Ev ne cara yekêye mayînên ku çekdarên ser bi PYDê û grûpên çekdarên ve çandine di nava mal û milk û zeviyên welatiyên Efrînê de diteqin û bi sedema wan teqînan hejmarek sivîl bûne qurbanî û bi dehan jî mal hatine rûxandin. 

Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milk û zeviyên  welatiyên Efrînê de çandine, piştî vekşandina wan ji gundewarên Efrînê û teqîna mayînan roj bi roj dibine cihê metirsiyê û welatî bang li rêxistinên mirovî,  ku ew mayîn bi zûtirîn dem ji erdê werin hilkirin.

  1. Qadî