8:54:31 AM
RojavaNews: Rêjîma Sûriyê endezyarekî kurd, ku bixwe xelkê Efrîna Kurdistana Sûriyê ye li ser rêya di navbera Efrînê û bajarê Helebê de hat girtin .
Jêderekê ji malbata wî ji RojavaNews re raghand, ku berî çar rojan rêjîma Sûriyê endziyarê kurd Ebdîn Bekir ji gundî Anqelê yê bi ser navçeya Cindirêsê di dema ku ji Efrînê berê xwe dabû bajarê Helebê ji bo çareserkirina rewşa xwe ya tendurustî ya xirab li ser rê hat girtin û ta niha sedema girtinê û çarenivîsa wî ne diyare.
Heman jêderê got, ku Bekir endeziyarê avakirinê ye û di warê şûnwar û malgehan de kar dike.
