9:09:16 AM
RojavaNews: Xwendekarekî kurd ji Kurdistana Sûriyê bawernameya Diktora di şûnwarên Rojhilat yên kevnar de di beşê şûnwaran de li zankoya Qahîra ya paytexta Misrê bidest anî.
Li gorî agahiyan xwendekarê kurd Rêber Ebdulezîz Xelef, ku bi xwe xelkê bajarê Qamişlo ye di vekulîne xwe de ya bi navê memlekeya Orkêş angu şahinşîna Orkêş ku niha bi girê mozan tê naskirin bawernameya Diktora di şûnwarên rojhilat yên kevnar de li zankoya Qahîra ya paytexta Misrê bidest anî.
Rêber pileya yekem di kolêja şûnwaran de li zankoya Şamê bidestxistbû û derfeta berdewamkirina xwendinê li zankoya Qahîrayê ta 6 salan jêre hatiye pêşkêşkrin.
